WASHINGTON
Berdevka Wezarate Karên Derve ya DYAyê Jen Psakî der barê nûçeya 'li Sûriyeyê herêmeke serbixwe ya kurdan hatiye îlankirin', de axivî û diyar kir ku em ji vê nûçeyê dikevin nav fikaran. Psakî got ku polîtîqaya me her dem ji bo xêra yekîtiya Sûriyê û tevahiya axa Sûriyê ye, em piştgiryê didin Sûriyeke yekbûyî.
Psakiyê di brîfînga çapemeniyê ya rojane de pirseke der barê xebatên PYDê yên ji bo li Sûriyeyê damezrandina birêvebiriya xweser, bersivand.
Psakiyê diyar kir ku wek DYA polîtîqaya me her dem ji bo xêra yekîtiya Sûriyeyê û tevahiya axa Sûriyeyê ye, em piştgiriyê didin Sûriyeke yekbûyî. Psakiyê da zanîn ku di vê mijarê de beşdarbûna Konseya Neteweyî ya Kurdan ya li ser Koalîsyona Neteweyî ya Sûriyeyê, wek nîşaneyeke erênî dibînin.
Psakî wiha axivî: "Em ji xeberên ku dibêjin li Sûriyeyê herêmeke serbixwe ya kurdan hatiye îlankirin, dikevin nav fikaran. Damezrandina herêmeke kurdan ya taybet, divê encama biryareke berfirehtir ya ku hemû komên vê herêma Sûriyeyê tê de cî digirin be. Lê belê nêrîna me, der barê yekbûna Sûriyeyê de ye û her dem jî bi vî awayî bû. Heke ez dubare bikim, beşdariya Konseya Neteweyî ya Kurdan a li ser Koalîsyona Neteweyî ya Sûriyeyê û soza ji bo hatina Cenevreyê, nîşaneke erênî ya 24 saetên dawî bû."