ANKARA
Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan got: "Me çawa êrîşa Parîsê şermezar kir, em provokasyon, kişkişkirin, êrîş û fîtkirina li ser misilman û sembolên Îslamê jî wisa lanet dikin."
Akdogan, li ser hesabê xwe yê Twîtterê hin nirxandin kir.
Alîkarê Serokwezîr Akdogan wiha îfade kir: "Me çawa êrîşa Parîsê şermezar kir, em provokasyon, kişkişkirin, êrîş û fîtkirina li ser misilman û sembolên Îslamê jî wisa lanet dikin. Ew kesên ku hin wêne û xêzên wekî ku Pêxemberê me temsîl dikin diweşînin, wiha hemû tiştên pîroz ên misilmanan binpê dikin. Armanca wan fîtkirin û provokasyon in. Kesên ku bê berpirsiyarî kîn û nefreta xwe bi rêya çapemeniyê û di forma hunerê de didin der; bila zanibin ku bi van rêyan wesfên êrîşkariyê naguherin."
Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan got: "Bêheyayên ku bi êrîşên li ser dînan xwe dipesînin, bi vî awayî îslamofobiyê dijwartir dikin. Ev zêhniyet bi kîjan armancê vê bi kar tîne bila bîne, ji bo aştiya dinyayê zirar e."