Dadgeha Silh û Cezayê ya 2yemîn a Diyarbekirê, ji bo hin malperên înternetê yên ku karîkatura li ser rûpela ewil a kovara Charlîe Hebdoyê ya îro hatibû weşandin belav kirin biryar da ku bên astengkirin.
Parêzer Ercan Ezgî serî li Dadgeha Silh û Cezayê ya 2yemîn a Diyarbekirê da. Ezgî daxwaz kir ku bila hin malperên înternetê yên ku karîkatura li ser rûpela ewil a kovara Charlîe Hebdoyê ya ku Hz. Mihemed tê da hatine teswîrkirin bên astengkirin.
Li ser vê daxwazê dadgehê biryar da ku ev malper bên astengkirin.
Di biryara dadgehê de hat gotin ku her kes dikare fikrê xwe îfade bike, lê divê sînorê vê azadiyê jî hebe. Hat gotin ku dibe ku ev azadî bibe sedema binpêkirina mafên mirovahiyê yên din û ji bo vê jî divê nirxên dînî, şeref û heysiyeta mirovan bê parastin.
Di biryara dadgehê de hat gotin ku divê her kes rêzê nîşanî baweriyan yên din bide û ji ber ku ev bûyer bûye sedema binpêkirina nirxên dînî û heqaretê li baweriya mirovan kiriyê ev malper hatine astengkirin.