KARAMAN
Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Sirûştî Taner Yildiz, Wezîrê Gihandin, Ragihandin û Behrewaniyê Lutfî Elvan û Wezîrê Xebat û Ewlehiya Civakî Faruk Çelîk li Ermeneka Karamanê der heqê xebatên ji bo qezaya kana komirê de daxuyanî dan.
Taner Yildiz wiha got: "Niha li gor roja berê armanca me ne valakirina avê ye, em niha melzeme û tehqîmatan derdixin derve. Heger tehqîmat xera nebûbe û melzeme hilneweşiyabin, em ê bi lez û bez pêş ve herin. Me dîmenên ku ji hundir hatine kişandin parve kirin. Hûn jî dikarin bi raya giştî re parve bikin. Em niha daketin bin koda 800î û ev ji bo me zehf girîng e."
Wezîrê Xebat û Ewlehiya Civakî Faruk Çelîk wiha xeberda: "Niha xebatên girîng tên meşandin. Xebatkar baş organîze bûn. Xebat bi lez û bez tên meşandin. Di nav 10 deqîqeyan de vagon tên tijekirin. Hevalên me hewl didin."
Çelîk wiha got: "Li gor qeydên li cem me li vir 180 kes dixebitin û sîgorteya hemû xebatkaran jî heye. Li gor tesbitên hevalên me kêmasiya sîgorteyê tuneye."
Yildiz, Çelîk û Elvan ji nêz ve xebatan dişopînin.