MÛSIL
Hat ragihandin ku hêzên pêşmergeyan ber bi Mûsila Iraqê ve diçin û di nav meha dawîn de nêzî 60 gundî hatin bidestxistin.
Fermandarê Pêşmergeyan ê Eniya Mexmûrê Serbaz Şêx Wesanî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku di du rojên dawîn de 3 gund hatin bidestxistin û pêşmerge 10 kîlomêtro pêş ve çûn û wiha dewam kir: "Di pevçûnan de 300 milîtanên DÎŞIyê hatin kuştin û gelek wesaîtên leşkerî hatin bidestxistin."
Wesanî destnîşan kir ku 40 kîlomêtro nêzî Mûsilê bûne û wiha xeberda: "Em bi çekên ku Fransa û Almanyayê şandin şer dikin. Li dorbera Mexmûrê 60 gund ketin destê me. Heger ji rayedaran ferman were em ê li dijî Mûsilê operasyonê bikin."
- Amadehiya operasyonê
Hat ragihandin ku pêşmergeyan navçeyên Rebîa û Zumarê yên li rojhilatê bakurê Mûsilê bi dest xistin û xwe amade dikin ku ji bo xilaskirina Şengalê operasyonê bikin.
Serokê Navçeyê yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Elî Ewnî got ku bi fermana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşmerge xwe amade dikin ku ji bo xilaskirina Şengalê derkevin operasyonê.
Parlementerê êzdî yê di Parlementoya Iraqê de Mahma Xelîl jî got ku piştî Zumar û Rebîa hatin xilaskirin DÎŞI ji herêmê ber bi Mûsilê ve vedikişe û wiha dewam kir: "Hêzên ewlehiyê 17 kîlomêtro dûrî Şengalê bi cî bûne. Balafirên şer ên DYAyê jî ji hewayê ve piştgiriyê didin, wê êzdiyên çekdar û pêşmerge dest bidin hev û Şengalê rizgar bikin."