ANKARA
Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Îbrahîm Ceferî der barê pirsgirêka bikaranîna çavkaniyên neftê ya di navbera hikûmeta navendî ya Bexdayê û Herêma Kurdistana Iraqê de wiha got: "Em vê meseleyê li paş xwe dihêlin û rûpeleke nû vedikin."
Wezîrê Karên Derve Ceferî li Otêla Sheratonê ya Enqereyê bi rojnamevanan re hat bal hev. Ceferî der barê pêwendiyên li Tirkiyeyê de agahî da û got ku têkiliyên her du dewletan kevn in û Tirkiye ji bo me deriyê ku vedibe Ewropayê ye û wiha dewam kir: "Dibe ku Iraq ji ser Tirkiyeyê re neft û xaza xwe bifiroşe Ewropayê."
Ceferî destnîşan kir ku di têkoşîna li dijî DÎŞIyê de pêwistiya Iraqê bi alîkariya navneteweyî heye û wiha got: "Lê em qebûl nakin ku li Iraqê navendên leşkerî werin avakirin û leşkerên biyanî werin."
Ceferî bal kişand ser pirsgirêka bikaranîna çavkaniyên neftê ya di navbera hikûmeta navendî ya Bexdayê û Herêma Kurdistana Iraqê de û wiha axivî: "Tirkiye cînarê me ye. Pirsgirêka di navbera me de pirsgirêkeke navxweyî ye. Em di nav xwe de çareser dikin. Helbet di navbera me de pirsgirêk hene, lê em di nav Iraqê de çareser dikin."
Ceferî destnîşan kir ku divê mesele li gor destûra bingêhîn çareser bibe û got ku neft ya hemû gelê Iraqê ye.
Ceferî li ser pereyê neftê ku di bankeyeke Tirkiyeyê de hatiye razandin de jî wiha got: "Em dizanin ku pereyê neftê di ewlehiyê de ye. Di serdanê de ev nehat axaftin, lê nayê wê meneyê ku wê neyê rojevê. Em ê di hevdîtinên din de li ser gelek mijaran bi baldarî bisekinin."
Ceferî li ser hebûna pêşmergeyan a li Kobanêyê jî wiha axivî: "Ewlehî nayê perçekirin. Him Hêzên Çekdar ên Iraqê û him jî yekîneyên din ên ewlehiyê li gor biryara hikûmeta navendî tevdigerin. Wekî ku tê zanîn du wezîfeyên serokwezîran hene, serokatiya lijneya wezîran dikin û fermandariya hêzên çekdar dikin. Serokwezîr li gor vê tevdigerin. Wekî rewşa li Mûsilê, di rewşên derasayî de divê ji parlementoyê jî bipirsin."