HEWLÊR
Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanî çû serdana pêşmergeyên li Mexmûra navçeya Mûsilê.
Li gor daxuyaniya ku di malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistana Iraqê de hat weşandin Wezîrê Pêşmergeyan Mistefa Seyîd Qadir û Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmergeyan Cebar Yawer jî bi Barzanî re çûn û Barzanî ji Fermandarê Eniya Mexmûrê Şîrvan Barzanî agahî hilda.
Di daxuyaniyê de Barzanî wiha got: "Pêşmerge ji bo hizûr û ewlehiya gel canê xwe feda dike û ev serfirazî ye. Hêza terorîstan nema ku li dijî pêşmergeyan li ber xwe bidin. Bi wêrekiya pêşmergeyan û bi berxwedana gelê me, Herêma Kurdistanê serkeftinên mezin bi dest xist."
"Operasyonên Zumarê Barzanî îdare kir"
Fermandarê Pêşmergeyan ê Eniya Dicleya Rojhilatê Zaîm Elî destnîşan kir ku Mesûd Barzanî operasyonên ku li Zumara navçeya Mûsilê li dijî DÎŞIyê hatin kirin îdare kir.
Zaîm Elî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "Bi fermana Mesûd Barzanî ez bûm fermandarê navçeyên Zumar û Rebîaya Mûsilê. Ji min re got 'Here û wan deran rizgar bike.' Her çiqas ez bim jî operasyonên Zumarê Barzanî îdare kir. Bi alîkariya wî di demeke kurt de hat rizgarkirin."
Elî got ku me li dijî DÎŞIyê serkeftinên mezin bi dest xistin û wiha dewam kir: "Ji Bendava Mûsilê heta sînorê Zumarê 75 gund hatin xilaskirin."
Elî destnîşan kir ku balafirên şer ên koalîsyona navneteweyî jî piştgiriyeke mezin dan me û wiha got: "Piştî ku milîtanên DÎŞIyê vedikişin li pey xwe bombe û teqemeniyan dikin erdê û ji ber vê jî em bi baldarî hereket dikin. Milîtanan piştî ku terka Zumarê kirin di mal, dikan, kargeh de û li keviyên rê bombe û teqemenî bi cî kirin û ew teqemenî bi destê pisporan tên derxistin."