Haydar Şahin
06 Nîsan 2018•Rojanekirin: 07 Nîsan 2018
BEXDA
Fatîh Yildizê Balyozê Bexdayê yê Tirkiyeyê diyar kir ku Tirkiyeyê li Iraqê eleqeyê bi tenê nîşanî qismekî nede, ew ê bi tevahiya welatiyan ra eleqedar bibe û di vê çarçoveyê da xebatên xwe yên li herêmên başûrê welêt bidomîne. Yildiz diyar kir ku Serkonsolosxaneya Besrayê ya ku ji vir demekê berê ji ber ewlehiyê hatibû girtîn jî ew ê dîsa were vekirin.
Balyoz Yildiz daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha axivî: "Tirkiye welatekî mezin e. Îmkanên Tirkiyeyê jî zêde ne û welatekê dilmezin e."
Yildiz bal kişand ser ziyaretên xwe yên li Babîl, Necef, Kerbela û Besrayê û alîkariyên birin wan deran û wiha axivî: "Tirkiye ew derî ye ku vedibe başûrê Iraqê. Ziyaretên min ji bo siyaset, aborî û vejenî nînin. Em li wan deran bi merivan ra tên bal hev."
- "Tirkiyeyê hetanî Besrayê here"
Balyoz Yildiz di axaftina xwe da ziyareta Babîla ku Erebên Şiî lê dijîn nirxand û got, "Derdekî Tirkiyeyê yê wisa tune ku bi tenê bi komek an jî neteweyekê ra eleqedar bibe."
Yildiz axaftina xwe wiha domand: "Koma (şiî) ku me ziyaret kir bêhna me fireh kir. Dema em ber bi başûr çûn me dît ku morala merivên li vê derê baş e. Lewra zêde pirsgirêk nehatine serê wan û tesîra dagirkirina DEAŞê zêde negihîştiye wan. Em ji bo van deran hêvîdar in."
Yildiz diyar kir ku tabloya li başûr nîşan dide ku Iraqê ji berê baştir be û wiha pê da çû:
"Lêbelê dîsa jî hewcedariya wan bi gelek tiştan heye. Tirkiyeyê ber bi başûr, hetanî Besrayê here. Çaxê me di demeke kin da Serkonsolosxaneya xwe ya li Besrayê vekir em ê bigihêjin armanca xwe. Em ê demekê şûnda Besrayê ziyaret bikin, li wê derê avahiya Serbalyozxaneya me hê heye. Em ê bi serokên eşîran û rayedarên wê derê ra werin bal hev, mijara ewlehiyê binirxînin û ji bo ku serbalyozxaneya me dîsa were vekirin gavên hewce dikin biavêjin."