Muhammet Kurşun
29 Hezîran 2017•Rojanekirin: 29 Hezîran 2017
BEXDA
Serokwezîrê Iraqê Heyder El Îbadî digel fermandeyên eskerî yên oparasyona rizgarkirina Mûsilê civiya û plana kontrolkirina bajarê kevn nirxandi.
Li gor daxuyaniya malpera Serokwezîriya Iraqê, Îbadî seredana baregaha Fermandeyiya Operasyonên Hevbeş kir û bi fermandeyên eskerî re civiya.
Di civînê de plana kontrolkirina Mûsila kevn hat nirxandin û Îbadî talîmateke nû ji bo fermandeyan derxist da ku bajêr di zûtirîn demê de bi temamî were paqijkirin.
Li gor daxuyaniyê Îbadî di axaftina xwe de pesnê rola Hêzên Iraqê da û got di şer de serkeftineke mezin bi dest xistine. Îbadî cih da van îfadeyan:
"Hêzên me di şerê li dijî DEAŞê de serkeftineke mezin bi dest xistine. DEAŞê şikestineke mezin xwariye. Ev jî bi dayîna qurbaniyan mumkin bûye. Em biisrar in ku hemû herêmên Iraqê ji destê DEAŞê derxin û kontrol bikin."