HELEB
Hat ragihandin ku Eniya Şamê ya mixalifên Sûriyeyê pêşî li êrîşên DÎŞIyê yên li ser gund û navçeyên bakurê Helebê birî û berî DÎŞIyê da.
Hassun Zeydanê ji fermandarên Eniya Şamê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û îdia kir ku milîtanên DÎŞIyê gundên Îxtilat û Dabîxê bi dest xist, lê belê hêzên Eniya Şamê berî wan da.
Zeydan destnîşan kir ku li Tilmalid û Hawarunnehrên gundên Mariyê di navbera rêxistinê û eniyê da şerekî mezin derket û wiha got:
"DÎŞIyê bi topên hewanê va êrîşî navçeya Mariyê û bajaroka Suranê kir, di êrîşê da gelek sivîl birîndar ketin.
Wek mayîn Ebû Ebasê ji fermandarê eniyê diyar kir ku mixalifan ji bo ku gundên Nubbul û Ez-Zehrayê bi dest bixin operasyon kirin û DÎŞIyê êrîşî mixalifan kir û wiha pê da çû:
"Hêzên mixalifan dema ku li Başkoyê li dijî hêzên Esed şer dikirin DÎŞIyê êrîşî mixalifan kir û armanca wan ew bû ku mixalifan bixapînin."
DÎŞI ji bo ku navçeya Ezaza ya ku nêzîkî sînorê Tirkiyeyê zeft bike ber bi dorberê bakurê Helebê ve diçe.