Ahmet Karaahmet,Mehmet Burak Karacaoğlu
13 Tebax 2024•Rojanekirin: 14 Tebax 2024
Erdheja ku li bajarê Hemayê yê Sûriyeyê çêbû, li welêt ji bo demeke kin bû sedema tirsê.
Ji ber erdheja ku AFADê ragihand, mezinahiya wê 5,2 ye, şêniyên bajarê Hemayê û yên li dewrûberê ji malên xwe derketin û ji bo qederekê li derva man.
Piştî erdhejê ziyana canî nehat ragihandin, lêbelê li hin herêman ceyran çû.