07 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 08 Rêbendan 2017
İSTANBUL
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres li ser meseleya Qibrisê û rûdanên dawî yên li Sûriyeyê diqewimin axivî.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên Serokomariyê hatine wergirtin, di axaftina telefonî de li ser muzakereyên Qibrisê û rûdanên Sûriyê fikr û nêrîn hatin guftûgokirin û geşedanên nû hatin nirxandin.
Serokomar Erdoğan, bal kişande ser wê yekê ku Tirkiye dixwaze li Qibrisê çareseriyeke adil, mayîne, berfireh û herdu aliyan jî tetmîn bike were dîtin.
Erdogan Guterres, diyar kirin ku civîna Cenevreyê ji bo çareserkirina pirsgirêkan dikare wek firsendeke girin were dîtin.
Guterres, destnîşan kir ku hem der barê arîkariya penaberan hem jî hewl û xebata ji bo helbûna şerê Sûriyeyê de Tirkiye roleke giring lîstiye. Guterres got Tirkiye bi aktorên herêmî re di rojên dawiyê de pêşketinên baş bidest xistine û ew bi sipasî pêşwazî li van hewlên Tirkiyeyê dikin.