Ahmet Aydın
07 Adar 2018•Rojanekirin: 08 Adar 2018
ANKARA
Serokomar Recep Tayyip Erdogan digel Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Rûhanî peywendiyeke telefonî encam da.
Li gorî çavkaniyên serokomariyê, di peywendiya telefonî de bi giştî pêşhatên Sûriyeyê bi taybetî mijara Xûteya Rojhilat hat gotûbêjkirin.
Herdu Serok di warê xurtkirina hewlên tetbîqkirina agirbesta ji bo dawîlêanîna trajêdyaya li Xûteya Rojhilat, herwiha ji bo gihandina alîkariyên mirovî bo gelê herêmê, mitabiq bûn.
Erdogan û Rûhanî, herwiha derbarê lûtkeya sêalî ya ku biryar e meha nîsanê li Stenbolê di navbera Tirkiye, Îran û Rûsyayê de, di asta serokan de bê encamdan, danûstana fikê kirin.