22 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 22 Rêbendan 2017
Îstanbul
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, berî ziyareta Efrîqaya Rojhilat ku Tanzanya, Mozambik û Madagaskarê li xwe digire li Balafirgeha Stenbolê axivî.
Erdogan, der barê seredana xwe de got: "Li welatên Efrîqayê, li Tanzanyayê, Mozambîkê û li welatê din. Em ê der heqê xebatên ku FETO li van welatan dike da bi serokên van dewletan ra biaxivin."
Li ser xebatên FETO li wan deran Serokomar wiha axivî: "Li cem dostên me yên efrîqî hesasiyeta li hemberî niyet û vegotinên vê rêxistinê (FETO) her ku diçe zêde dibe, rêxistinê hr ku nas dikin û waqifê naveroka wê dibin, hesasiyeta wan jî zêde dibe. Ev rêxistin û gelekujên ku di 15ê Tîrmehê da li ser sûc hatin girtin, êdî nikarin bêjin 'diyalog, xizmet, perwerde, bazirganî' û xwe veşêrin."
Erdogan, der barê Trump de jî got: "Birêz Trump gelek daxuyaniyan dide û em jî vêga van daxuyaniyan dişopînin. Ji pire, rêhesin û wekî din wêdatir, vêga em Rojhilata Navîn difikirin. Li Rojhilata Navîn helwesta Trump wê çi be? Lewra Rojhilata Navîn vê gavê ji dest û piyan çû. Vê gavê der heqê Rojhilata Navîn da hin gotin tên guhê me ku bi rastî jî ev gotin mirov aciz dikin. Ji ber wê divê em rûnên û li ser bisekinin."