Abdullah Tel
21 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 21 Berfanbar 2017
QUDIS
Hat ragihandin eskerên Îsraîlê li Şerîeya Rojava ya dagirkirî 11 filistînî binçav kirin.
Artêşa Îsraîlê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragihand ku wan duh bi şev li deverên cihê yên Şerîeya Rojava girtin ser hin deran û bi hincet û îdiaya "tevlî çalakiyên terorê bûne" 11 filistînî binçav kirin.
Hêzên Îsraîlê yên ku Qudsa Rojhilat û Şerîeya Rojava dagir kirine hertim digirin ser malan û bi îdiayên curbecur filistîniyan binçav dikin.
Di girtîgehên Îsraîlê da 300 jê zarok bi tevahî 7 hezar filistînî girtî ne.