Cüneyt Çelik
09 Mijdar 2026•Rojanekirin: 09 Mijdar 2026
Fetlonekên ku dikevin navbera sînorên Qers-Erdexanê, bi ketina berfê ra spî bûn û dîmenên xweş derketin holê.
Li bajêr sê roj in bi navber berf dibare û siruşt bi berfê spî bû.
Fetlonekên ku ji nav mêrg û zeviyên çandiniyê ra diherikin, havînê ji bo çandinî û heywandariyê wekî ava heyatê ne. Fetlonek di meha mijdarê da di binê berfê da man.
Şêniyên herêmê havînê ava fetlonekan berdide ser zeviyên xwe, tê da masiyan digirin, qazên xwe dixinê û derdora wan heywanên xwe diçêrînin.
Menzereya fetlonekên ku di binê berfê da mane bi dronê hat kişandin.