İbrahim Atmaca
02 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 03 Rêbendan 2018
RAMALLAH
Hat ragihandin ku eskerên Îsraîlê li Şerîeya Rojava ku di bin îşxalê da ye, 12 filistînî binçav kirin.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya ku ji artêşa Îsraîlê hat dayîn, li ser îdiaya ku "tevî bûyerên terorê" bûne 12 filistînî li Şerîeya Rojava hatin binçavkirin. Di daxuyaniyê da zêdetir agahî nehat dayîn.
Hêzên Îsraîlê li Şerîeya Rojava û Qudsa Rojhilatê timî diavêje ser malan û bi îdiayên curbecur filistîniyan binçav dike.
Li gor daneyên fermî yên miqamên Filistînê di girtîgehên Îsraîlê da 300 jê zarok nêzî 7 hezar filistînî hene.