Önder Beyter
25 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 26 Berfanbar 2017
QUDIS
Hat ragihandin li Şerîeya Rojava ya ku di bin dagiriya eskerên Îsraîlê da ye, 30 filistînî hatin binçavkirin.
Li gorî daxuyaniya nivîskî ya artêşa Îsraîlê, li çendîn herêmên Şerîeya Rojava eskerên Îsraîlê bi ser malan da girtin û bi îdiaya "tevlî çalakiyên terorê bûne" 30 filistînî binçav kirin.
Hat ragihandin ji filistîniyên ku hatin binçavkirin 8 jê ji gundê Kasra yê li başûrê Nablusê ne.
Li Şerîeya Rojava û Qudsa Rojhilat ku di bin dagiriyê da ne, hêzên Îsraîlê pirî caran bi ser malan da digirin û ji ber îdiayên cur be cur filistîniyan binçav dikin.