Sevim Hatun
25 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 26 Berfanbar 2017
CHICAGO
Daîreya Meteorolojiyê ya Netewî ya Dewletên Yekbûyî ya Amerîkayê (DYA) hişyarî da ku wê li Illînoîs û Indîanaya bakurê rojavayê berf bibare.
Daîreya Meteorolojiyê ya Amerîkayê diyar kir ku berfa ku wê berî betlaneya noelê dest pê bike wê rêbejan bigire. Herwiha wê qalindiya berfa ser rêbejê bigihê 15-17 santîmetreyan û wê ajokar nikaribin pêşiya xwe baş bibînin.
Li Chicagoyê, ji salan 1918an vir ve cara ewil wê ew qas berf bibare.
Li bajêr ji ber rewşa hewayê li Balafirgeha Navneteweyî ya O'Hareyê 16 sefer hatin betalkirin. Herwiha hin balafir 38 deqîqe dereng man.
Li herêmê wê berf bandoreke neyînî li ser heywanan bike.