Qais Omar Darwesh Omar,Halime Afra Aksoy,Enes Canlı
09 Adar 2023•Rojanekirin: 10 Adar 2023
Eskerên Îsraîlê li bakurê Şerîaya Rojava bi ser bajarê Cenînê da girtin û 3 Filistînî kuştin.
WAFAya ajansa fermî ya Filistînê di nûçeya xwe da li gor agahiyên şahidan diyar kir ku eskerên Îsraîlê bi ser Cabaya beldeya Cenînê da girtine.
Li gor agahiyan eskerên Îsraîlê li ser banê malan nîşangiran bi cî dikin û li El-Favvaraya herêma nêzîkî beldeya Cabayê gule berdidin wesaîta ku sê ciwan tê da ne.
Di daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê da hat diyarkirin di gulebarana eskerên Îsraîlê da 3 Filistînî hatine kuştin.
Artêşa Îsraîlê ji serê salê vir da êrîşî herêmên curbecur yên Şerîaya Rojava dike ku hatiye dagirkirin.
Eskerên Îsraîlê ji xeynî guleyên plastîk bi guleyên rastîn jî êrîşî Filistîniyan dikin ku êrîşên Îsraîlê protesto dikin. Li bakurê Şerîaya Rojava bi taybetî li herêmên Cenîn û Nablusê di navbera komên çekdar yên Filistînî û eskerên Îsraîlê da pevçûn derdikevin.
Eskerên Îsraîlê di 7ê Adarê da jî bi ser bajarê Cenînê da girtibûn û 6 Filistînî kuştibûn.
Ji serê salê vir da ji ber gulebarana artêşa Îsraîlê û şêniyên Cihû li Şerîaya Rojava 77 Filistînî hatine kuştin.