05 Gulan 2016•Rojanekirin: 05 Gulan 2016
XEZE
Balafirên şer ên Îsraîlê 5 êrîşên fuzeyê bir ser herêmên cuda yên li Şerîda Xezeyê.
Balafirên şer ên cureya F-16 ên Îsraîlê bi du fuzeyan êrîşî dora Deriyê Sînor ê Refahê û herêma balafirgehê ya li başûrê Xezeyê kir. Di encama êrîşê de li cihê ku fuze ketinê û avahiyên li hawirdora wê xisara madî çêbû.
Digel vê şahidan diyar kir ku balafirên şer ên artêşa Îsraîlê bi du fuzeyan êrîşê qadekî li bajarê Refahê, bi fuzeyekî jî êrîşî qadekî li bakurê Xezeyê kir.
Hat ragihandin ku di êrîşan de tu kes nemir û birîndar nebû.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên ewlehiyê hatin sitandin hatibû diyarkirin ku yekîneyên topavêj ên Îsraîlê li başûrê Xezeyê Tûgayên Qessamê yên ku şaxa eskerî ya Hamasê ye û kuleyên çavdêriyê yên Wezareta Karên Navxweyî hedef digire. Di êrîşê de tu kes nemir û di kuleyan de xisarekî mezin çêbû.