İbrahim Atmaca
13 Mijdar 2019•Rojanekirin: 14 Mijdar 2019
Li Bolîvyayê Serokê Dewletê Evo Moralesê ku ji ber xwepêşandanên kuçeyan ên mixalefetê û zexta artêşê îstifa kir, li ser îlankirina seroka dewletê ya berwext wiha got, "Di dîrokê da derbeya herî xerab û kone hat kirin."
Jeanine Aneza Alîkara Serokê Meclisa Senatoran a şaxa bilind a Meclisa Qanûndanînê ya Pirnetewe (ALP) pêşiyê Seroka Meclisa Senatoran, paşê wek seroka dewletê ya berwext hat îlankirin. Morales li ser vê yekê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da.
Morales diyar kir ku êrîşî îradeya gelê Bolîvyayê kirin û wiha dewam kir, "Di dîrokê da derbeya herî xerab û kone hat kirin. Senatoreke derbekar û rastgir, pêşiyê xwe Seroka Senatoyê paşê bêyî ku ji aliyê qanûndanînê va jimara piştgirên wê hebin, bi piştgiriya komek şirîkê wê yê sûc û bi hêzên ewlehiyê va xwe wekî Seroka Dewletê ya Berwext a Bolîvyayê îlan dike."
Morales îdia kir, li dijî qanûna bingehîn û normên meclisa qanûndanînê a Bolîvyayê ye ku Anez bû serok.
- Kirîza li Bolîvyayê
Piştî hilbijartina 20ê cotmehê ya li Bolîvyayê mixalefetê îdia kiribû ku di hilbijartinê da dek û dolab hatin kirin li ser vê herdu aliyan bangî piştgirên xwe kiribûn ku derkevin kuçeyan.
Piştî encamên binîqaş ên hilbijartinê mixalefetê gotibû bira hilbijartin were betalkirin û carekê dîsa herin ser sandiqê, Evo Morales jî diyar kiribû ku ew ê ji nû va herin ser sandiqê. Piştî vê mixalefetê gotibû Morales bira nekeve hilbijartinê, heke têkevê jî wê çalakiyan bidomînin.
Morales li ser daxwaza artêşa midaxeleyî çalakiyên tundiyê û yên mixalifan nekir û zora mixalefetê diyar kir ku îstifa kiriye.
Meksîkayê pêvajoya li Bolîvyayê wekî "derbe"yê nirxandibû û teklîfa îlticayê dabû Morales, li ser vê Morales çûbû Meksîkayê.