Elif Orhan
13 Mijdar 2019•Rojanekirin: 13 Mijdar 2019
Li Kabula paytextê Efxanistanê di êrîşa ku bi wesayîta bombebarkirî hat kirin da 7 kes hatin kuştin.
Berdevkê Wezareta Karên Navxweyî Nasrat Rahimî daxuyanî da rojnamevanan û got ku li Kolana Qasimê ya li pişt balafirgeha Kabulê bi wesayîta bombebarkirî êrîş hat kirin.
Rahimî got li gor tesbîtên ewil di êrîşê da 7 sivîl hatin kuştin, 7 kes jî birîndar bûn.
Şahidan îdia kir ku di hedefa êrîşkaran da wesayîteke bizirx a ji herêmê derbas dibû hebû.
Ji ber tesîra êrîşê camên hemû mal û kargehên li herêmê şikestin, kolana êrîş lê hat kirin ji trafîkê ra hat girtin.
Hê tu kesî êrîş hilneda ser xwe.