Haydar Şahin
10 Nîsan 2018•Rojanekirin: 10 Nîsan 2018
WASHINGTON
Buroya Lêpirsîna Federal (FBI) a Amerîkayê avête ser ofêsa Mîchael Cohenê parêzerê şexsî yê Donald Trumpê Serokê Amerîkayê. Hat ragihandin ku di operasyonê da dest dan ser gelek dokumanan.
Li gor xeberên çapemeniya Amerîkayê, rayedarên FBIyê yên ku hatin ofêsa Cohen belgeya lêgerînê nîşanî wî dan û li ofêsa wî geriyan.
FBIyê dest da ser gelek dokumanên çapkirî û onlîne, hat ragihandin ku FBIyê nivîsên peredayînê yên di navbera Cohen û Stormy Danielsê da jî birin ku tê îdiakirin wê bi Trump ra serê xwe xistiye yek.
Hat ragihandin ku polêsan beriya lêgerînê nameya tawsiyeyê ji Robert Muellerê Dozgerê bi Rayeya Taybet jî sitand lêbelê eleqeya lêgerînê û lêpirsîna Rûsyayê rasterast bi hev ra tune.
Hat destnîşankirin ku di nav belgeyên ku dest dan ser da gelek nivîsên ku Turmp û Cohen ji hev ra nivîsîne jî hene, Stephen Ryanê parêzerê Cohen got ku lêgerîna li ofêsê "nemunasîb û nelazim" e. Ryan destnîşan kir ku Cohenê miwekîlê wî di çarçoveya lêpirsîna Rûsyayê da bi Ofêsa Muellerê Dozgerê bi Rayeya Taybet ra dixebite û hetanî nika gelek dokuman gihandıne ofêsa wî.
- "Nêçîra pîrebokan"
Donald Trumpê Serokê Amerîkayê ji bo serdagirtina FBIyê ya li ofêsa Mîchael Cohenê parêzerê xwe got "zehf nebaş" e.
Trump beriya ku li Qesra Sipî bi fermandarên Amerîkayê ra were ba hev û li ser rewşa dawîn a li Sûriyeyê biaxive daxuyanî da nûçegihanan.
Ji ber ku FBI li ofêsa Cohenê parêzer geriya Trump bertek nîşan da û got, "Bûyereke xirab e. Nêçîra pîrebokan e. Ev demeke dirêj e ku ez vê dibêjim."
Her çiqasî hatibe gotin ku eleqeya lêgerînê bi lêpirsîna Rûsyayê ra tuneye jî Trump, Robert Muellerê ku ji bo lêgerîna ofêsa Cohen nameya tawsiyeyê da xiste hedefe xwe.