Önder Beyter
18 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 19 Cotmeh 2017
RAMALLAH
Hat ragihandin ku Filistînê, şertên ku Îsraîlê ji bo destpêkirina gotûbêjên aştiyê pêşkêş kirin, qebûl nekirin.
Li gorî nûçeya ajansa fermî ya nûçeyan a Filistînê WAFAyê, Berdevkê Serokatiya Dewletê Nebîl Redîne ragihand ku wan ew şertên ku Îsraîlê ji bo destpêkirina gotûbêjên aştiyê pêşkêş kirin, qebûl nakin.
Ebû Redîne diyar kir ku civaka navneteweyî memnûn e ku rêveberiya neteweyî ya Filistînê vegeriya Xezeyê û li vir erk û mercên hikûmetê hilda ser stûyê xwe.
Di daxuyaniya hikûmeta Îsraîlê da ji bo jinûva destpêkirina gotûbêjên aştiyê yên bi rêveberiya Filistînê ra 7 şert hatibûn pêşkêşkirin ku yek ji wan jî "bêçekkirina Hemasê" ye.
Di çarçoveya gotûbêjên ku li Qahireya paytexta Misrê dewam dikin da hefteya borî hatibû ragihandin ku heyetên Hemas û Fetîhê "peymana lihevkirinê" îmze kirin û dawî li perçebûna li Filistînê anîn.
Gotûbêjên aştiyê yên Îsraîl û Filistînê di sala 2014an da qut bûbûn.