Haydar Şahin
18 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 18 Cotmeh 2017
BEXDA
Hat diyarkirin ku li tevahiya Kerkûka bajarê Iraqê ewlehî hat pêkanîn.
Di daxuyaniya Fermandariya Operasyona Pêkanîna Ewlehiya Kerkûkê da wiha hat gotin: "Qadên pêtrolê yên Dîbîs, Multeqa, Bay Hesena Başûr, Bay Hesena Bakur û Habbazê jî tev li tevahiya Kerkûkê ewlehî hat pêkanîn."
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku hêzên ewlekariyê kontrola Celewla û Xanqîna li ser Diyalayê, Bendava Mûsilê, Başîq û Mexmûr, Deşta Mûsilê, Uweynat, Şengal û Rabîaya li ser Mûsilê ewlehî pêk anîn û carekê dîsa li herêmê belav bûn.