HEWLÊR
Nûnerê Papa Francîscus Kardînal Fernando Filonî li Hewlêrê çû serdana xiristiyanên ku di kampê da dimînin.
Filonî li navçeya Şeqlaweyê bi penaberên xiristiyan ra hat bal hev û ji rayedaran agahî hilda. Filonî di serdana xwe da daxuyanî da rojnamevanan û destnîşan kir ku divê xiristiyan li Iraqê bimînin û wiha axivî: "Xiristiyan li vî welatî komeke eslî ne. Em dixwazin li ser axa xwe bijîn. Armanca me ew e ku xelkê xiristiyan li vir bimînin. Lewra em ditirsin ku vî welatî biterikînin."
Filonî destnîşan kir ku Herêma Kurdistanê alîkariya penaberan dike û wiha dewam kir: "Em ji bo alîkariyan sipasiya Kurdistanê dikin. Ji bo alîkariya penaberan bikin Papa jî wê li qada navneteweyî hewl bide. Pêwîstiya gel bi alîkariyê heye."
Filonî diyar kir ku ji bo Deşta Nînovaya Mûsilê ku xelkê xiristiyan lê dijîn bê xilaskirin wê alîkariya leşkerî bidin pêşmergeyan. Filonî wê di çarçoveya serdana xwe da biçe serdana penaberên li Dihok, Kerkûk û Silêmaniyê û dibe ku here serdana êzdiyên li Laleşê jî.