HEWLÊR
Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesûd Barzanî bi Parlementera Diyarbekirê LeylaZana, Parlementerê Stenbolê Sirri Sureyya Onder û lijneya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya bi wan re qebûl kir.
Li gor daxuyaniya ku ji malpera fermî ya Serokatiya HKIyê hat dayîn hevdîtin li avahiya Serokatiyê ya li Hewlêrê hat kirin. Leyla Zana di hevdîtinê de peyama ku di ziyareta dawîn a Îmraliyê de ji Ocalan sitand ragihand Barzanî. Di hevdîtinê de li ser pirsgirêka ewlehiyê ya li Iraqê û pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiyeyê sekinîn. Barzanî di hevdîtinê de destnîşan kir çawa ku heta niha piştgirî danê dê ji niha pê ve jî heta dawiyê piştgiriyê bidin pêvajoya çareseriyê.
Barzanî ji ber hesasiyeta wan spasiya lijneya HDPyê kir û wiha got: "Di vê rewşa aloz a ku herêma me tê de ye de, çeka herî mezin a gelê Kurdistanê ew e ku ji bo prensîbên mezin bi hestên biratî û yekîtiyê tevbigere. Ev jî bi çanda bihevrejiyanê, aştîhezî û azadiyê mimkûn e."
Barzanî got "Herêma Kurdistanê dê pevçûna mezhebî ya li herêmê de nebe alî" û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Kurdistan dê di nav vê şerê de cî negire. Hêzên pêşmergeyan di vê şerê ku wan mecbûr dihêlin de rêxistina terorê têk bir û nav û dengê gelê Kurdistanê belavî cîhanê kir. Gelê Kurdistanê ji Kobanêyê heta Xanekînê di seranserê sînorekî mezin de di eniyekî de şer dike û ev jî mirovan serbilind dike."
Parlementera Diyarbekirê Zanayê jî der barê hûrguliyên hevdîtina ku bi Ocalan re kirin de agahî dan Barzanî. Di daxuyaniyê de cî dan gotinên Zanayê. Li gor daxuyaniyê Zanayê da zanîn ku Ocalan ji guherîn û geşedanên ku li herêmê diqewimin agahdar e û wiha axivî: "Ew pêvajoya çareseriyê û şerê ku terorîst herêma Kurdistanê mecbûr dihêle, ji nêz ve dişopîne. Ocalan gelekî girîngiyê dide rola Barzanî û haj pê heye ka barê li ser milê Barzanî çiqas giran e. Ew jê bawer e ku Birêz Barzanî dê rola xwe ya der barê pirsgirêkên ku diqewimin û êrîşên terorê de bi liyaqî bi cî bîne."
Di hevdîtinê de "Konferansa Neteweyî ya Kurdan" a ev çendî sal in tê plankirin ku li herêmê bê kirin lê nehat tetbîqkirin jî hat nirxandin. Hat ragihandin ku Barzanî soz daye ku ji bo organîzasyonê hewldana ku hewce dike dê bide.