10 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 11 Tîrmeh 2019
Li Sûriyeyê Fransaya li ciyên ku bi destê YPG/PKKya rêxistina terorê hatine dagirkirin hebûna xwe ya eskerî didomîne hewl dide di navbera YPG/PKKyê û Kurdên mixalif da navbeynkariyê bike.
Li gor agahiyên ji çavkaniyên Encûmana Niştimanî ya Kurdî Li Sûriyeyê (ENKS) hatin hildan Fransa hewl dide pirsgirêkên di navbera YPG/PKKyê û ENKSya nûnerê fermî yê Kurdên mixalif yên Sûriyeyê tê hesibandin da çareser bike.
Li gor agahiyan Fransa 10 roj berê bi nûnerên ENKSyê ra hat bal hev û pêşniyaz kir ku bi YPG/PKKyê ra li hev werin û li herêmên bi destê YPG/PKKyê hatine dagirkirin ofîsa xwe vekin.
Li gor agahiyan endamên ENKSyê ji bona pişnayazê binirxînin 3 roj li Qamişloyê civiyane, lê baweriya wan bi YPG/PKKyê tuneye.
Li gor agahiyan Amerîka jî di demeke nêzik da wê ji bona heman mijarê bi rayedarên ENKSyê ra bicive.
- Pirsgirêkên di navbera YPG/PKK û ENKSyê da
YPG/PKKya xwe wek nûnerê Kurdên Sûriyeyê dibîne bi hêza çekên di destê xwe da zextê li mixalifên herêmê dike.
YPG/PKKyê berê jî gelek endamên ENKSyê revandibûn û ofîsên partiyên siyasî şewitandibûn û girtibûn.
- Alîkariya Fransayê ya ji bona YPG/PKKyê û hebûna wê ya eskerî
Li Sûriyeyê Fransa li herêma di destê YPG/PKKyê da ye li 5 ciyan hebûna xwa ya eskerî didomîne, lê bi fermî qebûl nake.
Di bin navê hêza koalîsona navneteweyî ya dijî DEAŞê da li Sûriyeyê 200 eskerên Fransayê hene ku alîkariya YPG/PKKyê dike.
Yekîneyên eskerî yên Fransayê tevî Amerîkayê li bakurê Reqayê, li baregeha esmanî ya Tabqayê, li baregeha kordînasyon û perwerdeyê ya Eyn Îsayê û li qada neftê ya Omerê hene.
Fransa fabrîqeya şekir ya li bakurê Reqayê wek baregeh diemilîne û li derdorê avahiya îstixbarata teknikî û cebilxane hene.
Şêwirmendên eskerî yên Fransayê li baregeha Eyn Îsa ya li bakurê herêmê endamên YPG/PKKyê perwerde dikin.