Li Hewlêrê Fûara Înşeat û Avahiyê ku ji welatên herêmê 213 fîrma beşdar bûn, dest pê kir.
Serkonsolosê Hewlêr yê Tirkiyeyê Mehmet Akîf Înam, Wezîrê Îmar û Avabûnêyê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Derbaz Kosret Resûl, Waliyê Hewlêrê Nevzat Hadî, Serokê Odeya Bazirganiya Hewlêrê Dara Celîl Hayat û rayedarên din beşdarî Fûara ku di Qada Fûara Navneteweyî ya Hewlêrê dest pê kir bûn.
Di fûarê de amûrên înşeat û avahiyê, makîneyên mezin ên kar, eşyayên spî û gelek amûrên din di standên fîrmayên ku beşdarî fûarê bûn de hatin pêşandin.
-Ji 14 welatan 213 fîrma beşdar bûn.
Dîrektorê Bazirganî û Firotinê yê Pyramîds Groûpê Serhan Paul diyar kir ku 65 ji Tirkiyeyê ji 14 welatan bi tevahî 213 fîrma beşdarî fuarê bûn.
-"Kurdistan cihekî bi ewleye û kar lê tê kirin"
Wezîrê Îmar û Avabûnê yê HKI Resûl daxuyanî da rojnamegeran û wiha got: "Ez bi dilrihetî dikarim bibêjim ku li ser herêma Kurdistanê tu taluke nema. Kurdistan cihekî bi ewleye û kar lê tê kirin. Saziyên ku li Hewlêrê dest bi kar kiribûn navber nedan karê xwe û digel qeyrana aboriyê karê xwe domandin."
Waliyê Hewlêrê Nevzat Hadî jî destnîşan kir ku fûarên wiha ji bo pêşveçûnê girîngin.
Serokê Odeya Bazirganiyê ya Hewlêrê Hayat jî ragihand ev fûar nîşan dide ku li Kurdistanê hemû kar dewam dikin.
Fûar dê heta 17ê gulanê dewam bike.