Hat ragihandin ku yekîneya leşkerî ya Hollandayê ya ku dê perwerdeyê bide hêzên Herêma Kurdistana Iraqê ya ku li hember DÎŞIya rêxistina terorê şer dikin, amade ye.
Serokê Sererkaniyê yê Hollandayê Tom Middendorp der barê mijarê de daxuyaniyek da û got tê plankirin ku yekîneya leşkerî ya ku ji 130 kesî pêk tê, di nav çend hefteyan de dest bi perwerdeyê bike.
Middendorp da zanîn ku dê navenda yekîneya leşkerî li Qûweytê bibe lê dê perwerdeyan li Bexda û Hewlêrê bidin û got pêş dibînin ku 100 hezar kes bê perwerdekirin.
Middendorp destnîşan kir ku di encama êrîşên ji hewayê yên hêzên koalîsyonê ji DÎŞIyê gelek kes mirin û DÎŞI mecbûr ma ku ji hin herêmên ku dagir kiribû derkeve. Middendorp diyar kir ku dê digel perwerdeya leşkerî kursên xwendin û nivîsandinê jî bidin.
Hollanda berê niha digel arîkariyên madî yên ji bo herêmê ji bo piştgiriya hêzên koalîsyonê 6 balafirên şer ên F16yê şandibû.