21 Îlon 2017•Rojanekirin: 22 Îlon 2017
BEXDA
Heyder Ebadiyê Serokwezîrê Iraqê diyar kir ku gava ewil a operasona ji DEAŞê xilaskirina Hawîceyê hat avêtin.
Ebadî di kanala dewletê da axivî û got, "Di rojeke teze ya Iraqê da ez diyar dikim ku gava ewil a operasyona xilaskirina Hawîceyê dest pê kir."
Ebadî destnîşan kir ku serfiraziyeke teze xwe nîşan dide û got, "Hêzên me bi hemû yekeyên xwe va di heman demê da gelek operasyonan bi hev ra dimeşînin û serfirazî li pey serfiraziyan tên."
Ebadî do çûbû Mexmûra li ser Mûsilê û li wê derê bi rayedarên leşkeriyê ra li ser operasyona xilaskirina Hawîceyê û Şirgata li ser Selaheddînê axivîbû.