21 Îlon 2017•Rojanekirin: 21 Îlon 2017
LONDRA
Theresa Maya Serokwezîra Qraltiya Yekbûyî destnîşan kir ji bo bersivê bide rewşa sedsala 21emîn divê di nav Neteweyên Yekbûyî (NY) da guherîn û reform bên kirin.
Mayê di Lijneya Giştî ya NYê da axivî û piştgirî da bangên ji bona di NYê da reform bên kirin.
Theresa Mayê diyar kir NY divê nîşan bide dikare xizmeta dewletên endam û neteweyên wan bike û wiha got: "Divê di NY û pergala navneteweyî da reform bên kirin û bersivê bide rewşa di sedsala 21emîn da."
Mayê diyar kir divê reformên di NYê da bên kirin bi guherînên teknîkî va sînorkirî nemînin.
Mayê diyar kir ku Qraltiya Yekbûyî hêza xwe ya leşkerî û dîplomatîk kiriye xizmeta NYyê û herwiha ev yek wê bidome û wiha dewam kir, "NY û ajansên wê divê nîşanî me û însanên ku em nûneratiya wan dikin, bidin ku encama vê yekê werdigirin û herwiha divê pêbaweriya me bi dest bixin."
Mayê bal kişand ku hin dewlet rêgez û standardên ewlekarî û dewlemendiya dinyayê binpê dikin û got ku nimûneya vê yekê jî rejima Sûriyeyê ye ku li hemberî gelê xwe çeka kîmyayî emiland û herwiha Koreya Bakur e ku çeka nukleerê çêdike.
Mayê herwisa got ku çareseriya van hemû kêşeyan, parastina pergala navneteweyî ye û wiha pê da çû:
"Pergala navneteweyî ya ku NY li navenda wê ye, hêzeke qewîkirinê ye ku hevkariya welatan û bicihanîna standardan temîn dike. Heger em bibînin, ev pergala ku me bi destê xwe afirandiye êdî kar nake û kêşeyan çareser nake, wê demê di hevkariya kurewî da wê krîza baweriyê derkeve. Ev yek jî wê zirarê bide berjewendiyên hemû gelan."