Abdullah Tel
21 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 22 Tîrmeh 2018
BOGOTA
Li welêt di çarçoveya lihevkirina bi Hêzên Çekdar ên Şoreşger ên Kolombiyayê (FARC) da 8 gerîllayên berê di Kongreyê da sond xwarin û tevlî siyasetê bûn.
Di çarçoveya peymana aştiyê da li Kongreyê ji bo FARCê 10 cih hatibûn cihêkirin û ji bo wan cihan 8 gerîlayên berê duh sond xwar û dest bi kar kirin. Ji rêvebirên FARCê 2 kesên ku yek jê ji ber sûcê hişbirê di girtîgehê da bû û yê din jî ji ber qisaweta ewlehiyê nexwest ji kampa gerîlayên berê lê dimînin veqete, sond nexwar.
Merasima sondxwarina gerîlayên berê di çarçoveya sepandina peymana aştiyê da wek gaveke erênî tê nirxandin. Di Kongreyê da wezîfeya vê koma biçûk ewe ku kar û barên mûhîm birêva bibe.
Di nav kesên sondxwarin da Sandra Ramîrezê got: "Ev berpirsyariyeke mezin e li ser milê me. Jiyaneke ku li serê çiyê bi botên bi herî bûn û ev nîşaneya wê ye."
Li Kolombiyayê piraniya gel li hemberî heqê nûnertiya ku dane gerîlayên berê aciz in.
Serokê Dewleta Kolombiyayê Juan Manuel Santos ê ku wê di nêz da wezîfeya wî biqede gotibû ku ew nêrîna gel a li dijî gerîlayên berê fehm dike lê tevlîkirina wan gerîlayan a siyasetê jî nîşaneya demokrasiyeke xurt e û wiha pê da çû: "Nêzî nîve sedsalê ew kesên ku li hemberî dewlet û saziyên wê şerê çekdarî kirin li hemberî makezagonê serî tewandin û ez bi vê yekê kêfxweş bûm."
Di navbera hikûmeta Kolombiya û FARCê de peyman hatibû çêkirin, li ser peymanê di 1ê Adarê de çekdanînê dest pê kiribû. FARCê di 17ê Adarê de 140 çekên xwe danîbû, herwiha piştî şerê ku ji 50 salî zêdetir e dewam kir cara ewil wê demê çek hatibûn danîn
Serjimara Kolombiyaya ku yek ji welatên Amerîkaya Latîn e ji 48 milyonî zêdetir e.
Di şerê navxweyî yê li Kolombiyayê ku ji nîv sedsalê zêdetir dewam kiribû da nêzî 260 hezar însan miribûn. Ji ber şer ji 6 milyonî zêdetir mirov jî koç kiribûn û ji cih û warê xwe bûbûn.