Nihat Kavşut
21 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 22 Tîrmeh 2018
XEZE
4 Filistîniyên li Şerîda Xezeyê ji ber êrîşên Îsraîlê şehîd ketin hatin definkirin.
Cinazeyê Muhammed Şerîf Bedvaniyê (27) Filistînî anîn Mizgefta Hezretî Omer ku li nav Xezeyê ye û piştî nimêja cinaze hat kirin li goristana li bajêr hat definkirin.
- Alaya Tirkiyeyê avêtin ser cinaze
Dema cinazeyê Muhammed Şerîf Bedvan anîn alaya Tirk avêtin ser cinaze.
Cinazeyê Muhammed Ebu Ferhane (31) piştî ku li Mizgefta Omer bîn Ebdulezîz ya li Abesan el-Kebira beldeya bajarê Xan Yunusê ya li başûrê Xezeyê nimêja cinaze hat kirin li goristana beldeyê hat definkirin.
Cinazeyê Şaban Ebu Xatir (26) piştî ku li Mizgefta Hemze bîn Ebdulmutalib ya li Benî Suheylaya beldeya bajarê Xan Yunusê nimêja cinaze hat kirin li goristana beldeyê hat definkirin.
Cinazeyê Mehmûd Kişta (23) piştî ku li Mizgefta Bedir ya li bajarê Refahê nimêja cinaze hat kirin li goristana bajêr hat definkirin.
Bi îdiaya êrîşî eskerên ser sînor kirine duh piştî nîvro artêşa Îsraîlê bi balafirên şer û tankan êrîşî Xezeyê kiribû û 4 Filistînî hatibûn şehîdkirin.
Artêşa Îsraîlê jî ragihandibû ku ji ber gulebarana ji terefê Xezeyê eskerek hatiye kuştin.