Muhammet Kurşun
20 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 21 Berfanbar 2017
HEWLÊR
Hat ragihandin ku Bizava Goran û Komeleya Îslamî ya Kurdistanê ji Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê vekişiyane.
Li gor medyaya ser bi Goranê, piştî civîn û guftûgoyên çend rojan dewam kirin Goran û Komeleyê biryar dan ku ji Hikûmeta 8emîn a Herêma Kurdistanê vekişin.
Li gor medyaya Goranê, partiyê di heman demê de biryar daye ku dev jî postê Serokatiya Parlamentoya Herêma Kurdistanê jî berdin.