HEWLÊR
Serokê Rêvebiriya Herêma Kurdistana Iraqa Federal Mesûd Barzanî di malpera xwe ya fermî de daxuyaniyek weşand. Barzanî diyar kir ku di navbera Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) de peymanên stratejîk hene. Barzanî wiha got: "Parlementoyê der barê min de biryarek da. Pêşnûmayeke qanûnê ya ku maweya serokatiya herêmê 2 salan dirêj dike derxist. Lê Kurdistan bi tenê ji PDK, YNK û partiyên muxalefetê yên din pêk nayê. Divê sazgêreke din ya ku nijad û olên din jî beşdar bibin bê avakirin. Ez biryara parlementoyê red nakim lê ev nayê vê wateyê ku ez qebûl jî dikim."
Heke pêşnûmaya qanûnê ya ku maweya serokatiyê 2 salan dirêj dike ji hêla Barzanî ve neyê qebûl kirin wê biryara meclisê bê qebûlkirin. Ev jî tê vê wateyê ku Barzanî wê du salên din jî li ser wezîfeya xwe bimîne.
Rêvebiriya Herêma Kurdistana Iraqa Federal beriya ku bikeve betlaneyê ji bo ku hilbijartinên serokatiya herêmê ya ku wê di 21ê îlona 2013an de bibe du sal paş de bixe, ligel partiyên desthilat, PDK û YNKê pêşnûmayeke qanûnê pêşkeşî serokatiya meclisê kiribû. Muxalefetê bertekeke tund nîşan dabû û di parlementoyê de xirecirek çêbibû. Lê ev peşniyar bi rayên giştî ve hatibû qebûl kirin û paşê ev pêşkeşî Barzanî hatibû kirin.