05 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 06 Berfanbar 2015
BEXDA
Serokwezirê Iraqê Heyder Ebadî der barê yekîneya leşkerî ya tirk ya ku ji bo guherîna nobedaran gihişt nêzîkÎ Mûsilê got, "Ji me ra hat ragihandin ku yekîneyeke leşkerî ya tirk, ku hejmara wan derdora alayekê ye, bi hinceta perwerdeya hêzên Iraqê, bi tenq û çek, bê destûr ketiye nav sînorê welat. Ev helwest binpêkirina serweriya Iraqê ye."
Ebadî herwiha got, "Em ji Tirkiyeyê daxwaz dikin ku rêza cîrantiyê bigire û derhal ji nav axa Iraqê vekişe."
Li gorî agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji çavkaniyê herêmî stendin, duh bi mebesta guherîna nobedariyê ya yekîneya leşkeriya tirk ku ev du sal û nîv e li nêzîkî Mûsilê ye, hejmareke derdora 150 leşkerî bi rêya bejayî ve gihiştibûn nêzîkî beldeya Başîkê ya girêdayî navçeya Hemdaniyê ya Wîlayeta Neynewayê. Herwiha hat destnîşankirin ku 20-25 tenq jî guhastine wê herêmê.