05 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 06 Berfanbar 2015
HEWLÊR
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê (HKI) Sefîn Dizeyî di daxuyaniya xwe ya li ser malpera fermî ya Hikûmeta HKIyê da destnîşan kir ku leşkerên Tirkiyeyê di çarçoveya hevpeymaniya navnetweyî bi mebesta têkoşîna dijî DAEŞê li Herêmê ne.
Dizeyî di daxuyaniyê da der barê binkeya leşkerî ya Tirkiyeyê da got: "Tirkiyeyê bi mebesta perwedekirina hêzên pêşmerge, di çarçoveya têkoşîna dijî DAEŞa rêxistina terorê, di dawiya sala 2014an da, li navçeyên Soran û Qelaçolanê 2 binkeyên leşkerî ava kirin. Herwiha li Mûsilê jî, ji bo perwerdehiya hêzên Iraqê ku dijî DAEŞê şer bikin, binkeyeke leşkerî ava kir. Tirkiyeyê di van cihan da piştgiriya pêwîst pêşkêş kir. Pisporên leşkerî û malzemeyên pêwîst ku bi mebesta berfirehkirina binkeya leşkerî ya Mûsilê di van rojan da ji Tirkiyeyê hatin şandin, gihiştin herêmê."
Duh bi mebesta guherandina nobedariyê yekîneyeke leşkerî ya tirk, derdora 150 leşkerî, ji rêya bejayê ve gihiştibû binkeya leşkerî ya beldeya Başîkê ya girêdayî navçeya Hemdaniyê ya wîlayeta Neynewayê. Ji bo guherandina nobedariyê jî, digel wan leşkeran, 20-25 tanq ji bo herêmê hatibûn veguhastin.