GAZIANTEP
Ciwanê ku li Diyarbekirê bi çekê xwişk û diya xwe kuştibû û bavê xwe jî birîndar kiribû, li Gazîantepê hat girtin
Selamettîn Ateşel (22) ku li Diyarbekirê eql û hişê xwe winda kiribû û bi çekê xwişka xwe Tevrat (26), diya xwe Bedîa (50) kuştibû û bavê xwe Alaattîn Ataşel jî birîndar kiribû, li Gazîantepê ji hêla ekîbên Midûriyeta Şaxa Asayîşê ya Gazîantepê hat girtin.
Ekîban li ser gumanbar demançeyek jî girtin.
Hat ragihandin ku gumanbar dê piştî vekolînên wî yên li ewlekariyê û piştî kontrola tenduristiyê, dê teslîmî Midûriyeta Ewlekariyê ya Diyarbekirê bikin.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin, di terzîxaneyeke jinan de ku li Diyarbekirê, li ser Kolana Mamosteyan e, Selamettîn Ateşal pêşî diya xwe Bedîa Ateşal (50) û paşê jî bavê xwe Alaattîn Ateşal (52) kuştin û piştre çû kuafora jinan ya li kuçeya 702yemîn û gule barand ser xwişka xwe Tevrat Ateşal (26) û paşê jî ji cihê bûyerê reviya.
Di êrîşê de dê û xwişka gumanbar li cihê bûyerê miribûn û bavê wî jî birîndar bûbû.