ŞANLIURFA
Dekanê Fakulteya Beytariyê ya Zanîngeha Harranê Prof. Dr. Mehmet Îrîdam wiha got: "Ji bo ku populasyona heywanan kêm nebe û ji ber îhtimala heywanê ku ji bo qurbanê tê kirîn dibe ku avis derkeve, pêşniyara me ew e ku ji bo qurbanê heywanên nêr bên tercîhkirin."
Prof. Dr. Îrîdam ji nûçegihanê AAyê re diyar kir ku li herêmê li gorî salên berê bihayê pez zêde nebûye.
Îrîdam ragihand ku li herêmê dewar di derdora 4-7 hezarî de, pez jî di derdora 350-650î lîreyî de tên firotin û diyar kir ku divê heywanê ji bo qurbanê tê kirîn bêqisûr be.
Îrîdam diyar kir ku divê ji bo qurbanê heywanê nêr were tercîhkirin û wiha axivî: "Ji bo qurbanê cinsiyeta heywanan girîng e. Çimkî heywan sala ku bê dizê û ev jî ji bo aboriya welatê me û ji bo ku potansiyela heywanan kêm nebe girîng e. Ji bo ku populasyona heywanan kêm nebe û ji ber îhtimala heywanê ku ji bo qurbanê tê kirîn dibe ku avis derkeve, pêşniyara me ew e ku ji bo qurbanê heywanên nêr bên tercîhkirin."