01 Adar 2017•Rojanekirin: 01 Adar 2017
WASHINGTON
Hat îddiakirin ku dê Iraq ji nav 7 welatên Misilman ku bi biryarnameya Serokê Emrîkayê Donald Trump qedexeya vîzeyê li ser wan hat danîn derkeve.
Di daxuyaniya ajansa Associated Pressê de 4 berpirsên emrîkî ku nexwestin navê xwe eşkere bikin dê di qedexeya Trump de ku 90 rojan rê li ber daxilbûna Emrîkayê tê girtin Iraq cih negire û dê qedexeya nû tenê ji bo Îran, Lîbya, Somalî, Sûdan, Sûriye û Yemenê be.
Berpirsan diyar kir ku di biryara nû de bangewaziyên Pentagonê bo Koşka Spî bitesîr bûne. Pentagonê ragihandibû ku Iraq di şerê dijî DEAŞê de xwedî roleke serekiye û loma divê biryara qedexeyê careke din were fikirîn. Der barê mijarê de Wezareta Derveyî jî heman nêrîn anîbû ziman.
Herwiha berpirsan ragihand ku dê di biryara nû de jî qedexeya li ser penaberên Sûriyê berdewam be û sûriyên ku ji welatên din tên jî dê heman miameleyê bibînin.
Wekî din hat destnîşankirin ku dê hukmê ku di nav penaberan de ewweliyatê dide xrîstiyanan jî rabe û bi vî awayî dê astengiya hiqûqî ji serî ve were berterefkirin.