20 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 21 Rêbendan 2017
WASHINGTON
Donald Trumpê ku di hilbijartina 8ê Mijdara 2016an de wek 45emîn Serokê Emrîkayê hat hilbijartin, li merasima Kongreya Emrîkayê di hizûra Serhakimê Mehkemeya Bala John Roberts de sond xwar û resmen bû Serokê 45emîn ê Emrîkayê.
Donald Trumpê Serokê 45emîn ê Emrîkayê di merasiîma sondxwarinê da axaftinek kir û wiha got:
"Îro birêvebirî tenê ji partiyekî derbasî partiya din nabe, di heman demê de em hêzê ji Washîngtonê didin gel bi xwe."
"Sonda ku min îro xwar sonda girêdayiya hemû Emrîkiyan e."
"Ji îro pê ve tenê dê Amerîka bipêşanî be. Wext hat ku em dest bi xebatê bikin."