TBMM
Arîkarê Serokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ertugrul Kurkçu destnîşan kir ku çawa deriyê me ji bo misilman, suryanî, elewî û suniyan vekiriye, di heman demê de deriyê me ji bo kesên ku ji bingeheke sosyal demokrat tên an jî kedkarên ku dixwazin dev ji polîtîkayên AKPyê berdin û berê di bingeha AKPyê de cî girtine jî vekiriye.
Kurkçu ji nûçegihana AAyê re qala xebatên HDPê kir.
Kurkçu diyar kir ku HDP li Tirkiyeyê bû egera kelecaneke nû û ji bo endamtiyê jî gelek kesan serî li partiyê daye. Kurkçu da zanîn ku komên ji sed an jî ji du sed kesan pêk tên, bi awayekî girseyî tên partiyê, lê ji ber ku Navenda Giştî û yekîneyên din amade nebûn me nekarî em tiştekî bikin.
Kurkçu diyar kir ku eleqeyeke mezin ji bo partiyê heye û gelê kurd jî piştgiriyê dide me, bi qasî wan welatiyên bê partî û kesên bi me re hevfikr in û kesên ku CHPyê çalak nabînin jî piştgiriyê didin. Ji bendewariyên me baştir e.
Kukçu got ku deriyê me ji bo her kesê ku bernameya me qebûl dike vekiriye û me partî li ser yekîtiya felsefî ava nekiriye, armanc û bernameyên me hene û wiha aixivî:" Çawa ku deriyê me ji bo misilman, suryanî, elewî û suniyan vekiriye, di heman demê de deriyê me ji bo kesên ji bingeheke sosyal demokrat tên an jî kedkarên ku dixwazin dev ji polîtîkayên AKPyê berdin û berê di bingeha AKPê de cî girtine jî vekiriye. Em partiya hejaran e, ji hejaran bîr û bawerî nayê pirsîn."
Kukçu destnîşan kir ku beriya hilbijartinên herêmî tecrûbeyên hemû hevparên me ya hilbijartinên herêmî heye. Kurkçu diyar kir ku yekîneyên BDPê yên li rojava, dê bi wan re bixebitin û ew jî têra xwe xwedan tecrûbe ne. Kurkçu got ku armanca me ew e ku em nekevin paş 2009an û dibe ku em baştir jî bin.
- "Em çima hesûdiyê bikin"
Kurkçu li ser pirsa 'HDP û BDP reqîb in an du partiyên bira ne?' got ku di navbera wan û BDPê de reqabet tune. Kurkçu got ku BDP hevkarê me ye û wiha axivî: "Em çima ji havkarê xwe hesûdiyê bikin. Helbet em li gor hiqûqê du partiyên ji hev cihê ne, ji ber vê yekê divê em hiqûqa hev biparêzin û rêzê ji mafê her kesî re bigirin. Em bi tu awayî tevî birêvebirina xebatên BDPê yên li herêmê nabin û nêrîna xwe diyar nakin. Lê ji ber ku em ê bi hev re bikevin hilbijartinan, em nêrînên BDPê meraq dikin û nîqaş dikin. Em du rêxistinên wisa nin ku nikarin bê hev bikin. Piştî hilbijartinên herêmî em ê ji nû ve li ser mijarê bisekinin. Li herêmê em ê ji bo rêxistina HDPê bernameyeke nû çêkin."
- "Li Hamamonuyê navenda giştî ya nû"
HDPê di vê navberê de di rojên beriya me de dê ji avahiya navenda giştî ya li Kolana Mîthatpaşayê, derbasî navenda kevin ya Weqfa Mafên Mirovan ya Tirkiyeyê ya li Hamamonuyê bibe.
Avahiya li kolana Mîthatpaşayê jî dê wek Serokatiya Bajarê Ankarayê bê bikaranîn.