KERBELA
Neviyê Cenabê Pêxember Hezretî Huseyin û 71 hevalên wî yên ku hatibûn şehîdkirina di salvegera 1374an de li bajarê Kerbelaya Iraqê di "Merasîma Şînê" de bi hezaran kesî hatin bibîranîn.
Bi destpêka meha miharemê ve şîiyên Iraqê ji ber qetilkirina Hezretî Huseyin û hevalên wî dest bi şînê dikin û ji ber ku dawiya şînê li Kerbelayê tê kirin, bi sedhezaran kes hatin bajarê Kerbelayê.
Danê sibê ji hundir û derveyê Iraqê gelek kes ji noqteyên ewlehiyê derbas bûn û hatin Kerbelayê. Bi sedhezaran kesên ku ji noqteyên ewlehiyê derbas bûn çûn mizgeftên ku meqamên Hezretî Huseyin û Hezretî Ebbas lê ne.
Şîiyan li van mizgeftan nimêja xwe kir, bi destpêkirina merasimê ve li taxên Kerbelayê sloganên "Ya Huseyin, Ya Mezlum, Ya Zeyneb, Her Roj Aşûre, Her Roj Kerbela , Lebbeyk Ya Huseyin hatin bihîstin. Bi sedhezaran kesî destên xwe li sînga xwe xistin. Kesên hatin Kerbelayê bi merasim û diayan li cihên ku pîroz qebûl dikin giriyan.
Çalakiyên bibîranînê duh êvarê di saet 18.00an de dest pê kirin û hê jî didomin. Taxên Kerbelayê bi taybeti jî der û dora qebra Hezretî Huseyin û Hezretî Ebbas gelekî qelebalix e.
Mirov ji aliyekî ve îbadetên xwe dikin ji aliyê din ve jî ji bo bîranîna bûyerên wê demê şonayên sembolîk dilîzin. Hin kes di van çalakiyan de cih digrin û hin kes jî li wan temaşe dikin. Di çalakiyên bibîranînê de hin kes zincîran li xwe dixin û ev jî bala mirovan dikşîne.
Di konên ku ji bo şînê hatine avakirin de ji bo teseduqa Hezretî Huseyin xwarin û vexwarin tê belavkirin.
Li gor agahiyên ku ji Buroya Çapemenî ya Mizgefta Hezretî Huseyin hatin hildan hejmara kesên ku hatine Kerbelayê 2 milyon e. Bi tenê ne Iraqî, ji welatên Pakistan, Hindistan, Îran, Yêmen, Urdun û Lubnanê jî gelek zîyaretvan hatine Kerbelayê.
"Merasima Şînê" ya li Kerbelayê îro piştî nîvro bi sembolîzekirina hedîseya dîrokî dê bi dawî bibe.