ANKARA
Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demirtaş û Fîgen Yuksekdagê ji ber êrîşên li ser Kobanêyê daxuyaniyeke hevpar weşandin û êrîş şermezar kirin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Li dijî her bûyerên tundiyê yên sîstematik û birêxistin ên ku ji ber xweşnebînî, mezhebî, nijadperestiyê diqewimin, wexta avakirina eniya azadî û demokrasiyê ya navneteweyî hatiye. Ji ber vê jî berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê nûnerên civakî, dînî û azadiyê."
Daxuyaniya hevpar bi sernava "Li hemberî êrîşên li mirovahiyê tên kirin zêdetir azadî, zêdetir demokrasî" ve hat weşandin û tê de gotin ku bi xemginî vî şerê jin û zarok di serî de bi hezaran sivîl tê de tên kuştin dişopînin.
Hevserokên HDPê di daxuyaniya xwe de diyar kirin ku şert û mercên civakî û siyasî yên ji bo xelqê xwe di nav ewlehiyê de hîs bike kêm bûne û ev yek jî rê li ber qeyran û bûyerên tundiyê vedike.
Êrîşa li ser Kobanê ya ku jin û zarok jî di nav de ji 150yî zêdetir meriv hatin kuştin di nav de êrîşên li Tûnis, Fransa û gelek deverên din qewimîn jî hatin şermezarkirin.