BEXDA
Serokwezîrê Iraqê Heyder el-Ebadî destnîşan kir ku yek ji berpirsyarê Partiya Beasê Evdilbaqî Sadûn hat qefaltin.
Ebadî li Bexdayê di bernameya "Roja Rojnamevanên Iraqê" ya ku li Otêla el-Reşîdê hat kirin da axivî û wiha got: "Bi îstixbarateke xurt Sadûn hat qefaltin."
Ebadî der barê hûrgiliyên bûyerê da agahî neda.
Çavkaniyên ewlehiyê jî destnîşan dikin ku Sadûn xwe li Kerkûkê vedişart û li vir hat qefaltin.
Sadûn nêzî alîkarê Sedam Hiseyîn Îzzet Îbrahîm el-Durî bû. Di Partiya Beasê da emdamtiya îdareyê û berpirsyarê hêrêma Diyalayê bû. Hikûmeta Iraqê ji sala 2005an vir va lê digeriya û xelat dabûn serê wî.