Fatih Gazioğlu
14 Adar 2018•Rojanekirin: 15 Adar 2018
WASHINGTON
Wezîfeya Heather Nauerta Berdevka Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê hat guherandin. Nauerta di heman wezaretê de bû Wekîlê Misteşar. Nauert di wezîfeya xwe ya nû de wê ji Dîplomasiya Kamûyê berpirsyar bibe.
Der barê wezîfeya nû ya Heather Nauertê de ji Qesra Spî daxuyaniyek hat dayîn.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku Steve Goldsteînê Misteşarê Wezareta Karên Derva ji wezîfeyê hatiye hildan û şûna wî Heather Nauerta Berdevka Wezaretê wekî wekil hatiye tayînkirin.
Hat ragihandin ku Nauertê di wezîfeya xwe ya nû de wê ji Dîplomasiya Kamûyê berpirsyar bibe.