ERBÎL
Wezareta Karên Hundir a Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraq a Federal (HKIF) li hemberî gotinên Serokê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) Salih Muslim daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de cih dan gotinên Muslîm ku wiha gotibû: "Kesên ku derî û sînora li me digrin ew dibêjin qey wê me terbiye bikin. Bila bizanibin ku em ê wan terbiye bikin." Ji bo van gotinan di daxuyaniyê de hat gotin ku PYD bila ewilî xwe ji sûcên ku li hemberî kurdan kiriye xelas ke û xwe terbiye bike. Paşê bila qala tebiyekirina Başûrê Kurdistanê bike.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku PYD bi çalakiyên xwe bi awayekî aşîkar di xizmeta rejîma Beesê de ye û wiha hat dewam kirin: "Hikûmeta Kurdistanê di demên berê de gelek caran alîkariya Salih Muslim kir û ew şand gelek welatan. Lê Muslim di daxuyaniya xwe ya dawîn de gotinên nexweş kir. Ev jî bi awayekî aşîkar nîşan dide ku Muslim ketiye xizmeta rejîmê.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku deriyê sînorê di navbera Iraq û Sûriyeyê de ji ber ku vekirî dimîne hikûmeta HKIFyê car carna dikeve nav tengasiyan û Serokê HKIFyê Mesûd Barzanî jî alîkariya tevgerên kurd dike û wiha hat dewamkirin: "Serok Barzanî ji bo ku li Rojavayê kurd bibin xwediyê gotinê xwest ku wan di bin banekî de kom bike. Ev tişt di heman demê de jî ji rêzikên peymana Erbîlê ye. Lê PYDê pêşiya van xebatan xitimand. PYD, ji aliyekî ve ji piştgiriyên HKIFyê îstifade dike û ji hêla din ve jî bi alîkariya rejîma Sûriyeyê bi çekan zordestî kir û xwe li Rojavayê da qebûlkirin. Li hember hêzên kurdan yên din bû asteng."
Muslim ji ser Bexdayê re çû Ewropayê
Di vê navberê de hat diyarkirin ku Salih Muslim ji deriyê sînorê Rabîayê yê di navbera Sûriye-Iraqê de ye derbasî Bexdayê bû û ji balafirgeha Bexdayê çû Ewropayê. Muslim ji bo ku biçe Ewropayê xwestibû ku derbasî Erbîlê bibe lê rêveberiya HKIFyê ji bo derbasbûnê destûr nedabû.