Abdullah Tel
31 Tebax 2017•Rojanekirin: 31 Tebax 2017
MEKKE
Bi milyonan hecacên ku şeva xwe li Mînayê derbas kirin piştî edakirina nimêja sibehê ber bi Erefatê va dest bi meşê kirin.
Ji 2 milyonî zêdetir hecacên ku dixwazin bibin hecî, bi armanca weqifkirina Erefata ku 12 kîlometre ji Mînayê dûr e, ji bo îbadetên hecê dereke pir muhîm e bi cih bînin, derketin rê.
Hecacên wê derkevin Erefatê nimêja nîvro û esirê wê bi hev ra (cem'î teqdîm) bikin. Hecacên ku wê nimêja xwe li Mescîda Nemirayê ya Cenabê Pêxemberê me Xutbeya Xatirxwestinê lê dabû bikin jî, ji nîvê rojê heta roj biçe ava wê îbadetê bikin û Qur’ana Kerîm bixwînin.
Hecacên ku îbadet û wezifeyên xwe yên li Erefatê temam kirin wê derbasî herêma Muzdelîfeyê bibin.